Komeleya Mafê Mirovan a Îzmîrê: Kuştina 3 ciwanên Sûrî bi plan hatiye kirin

Beriya 35 rojan li bajarê Tirkiyê Îzmîrê, 3 ciwanên Sûrî dema di xew de bûn bi hovîtî hatin şewaitandin. Eşkere bû ku ev êrişa hovane bi plan hatiye kirin. Komeleya Mafê Mirovan a Îzmîrê encama lêkolînên xwe bi raya giştî re bi parve kir.

16’ê Mijdarê li navçeya Îzmîrê Gulbexçeyê, 3 karkerên Sûrî hatin bi awayek hovane şewitandin.

Di encamê vê de, Memûn El Nebhan ê 23 salî, Ehmed Elî yê 21 salî û Muhamed El bîş ê 17 salî hatin kuştin.

Têkildarî bûyerê Rêxistina Mafê Mirovan-ÎHD’ê ya Şaxê Îzmîrê daxuyaniyek da.

Malbatên hersê ciwanên hatîn kuştin jî beşdarî daxuyaniyê bûn.

Li gorî lêkolînên hatine kirin:

Kesê êrişkar êvara bûyerê ji hevalekî xwe re gotiye, “wê ew der were şewitandin” û “kesên ji Sûrî bimrin”.

Şahidên van gefan yekser bi xwediyê şireketê ku hersê ciwan li wir bûn û parêzeran re axivîn û ew agahdar kirin.

Paşê rewş bi polîsan re hat biparvekirin.

Rayedarên Komeleya Mafê Mirovan anî ziman ku tevî vê yekê jî aliyên pêwendîdar bi xemsarî tevgeriyan.

Rayedrên komeleyê gotin:

Eşkere ye ku êriş bi awayekî plankirî pêk hatiye.

Ji bo bi ser de bigrin jî îdîa dikin ku kesê êrişkar mirovekî dîn e.

Bi vî awayî hewl didin bêjin, êrişeke nijadperest li dijî penaberên Sûrî pêk nehatiye.

Komeleyê eşkere kir ku kesê êrişkar bixwe li bûyerê mukir hatiye û ev agahî dan:

Roja 26 Mijdarê kesê tawanbar bi kêrê êrişî mirovekî û hevjîna wî kir.

Heman rojê ji aliyê polîsan ve tê girtin û dibêje, wî bîdonek benzîn bi ser 3 ciwanên Sûrî de rijandiye û ew şewitandine.

Piştî vê mukirhatinê ew kesê êrişkar hatiye girtin.

Parêzvanên Mafê Mirovan diyar kirin ku ji ber siyaseta desthilatê, êrişên nijadperest li dijî penaberan û bi taybet ên Sûrî zêde bûne.

Back to top button