Li bajarokê Akrê yê Dihokê..dayikek tevî 4 zarokên xwe jiyana xwe ji dest da

Ji ber dûmana sopê, li bajarokê Akrê yê Dihokê, dayikek û 4 zarokên xwe fetisîn.

Duh bi şev li gundê Qubkê yê ser bi Akrê ve, malbatek ku ji dayîk û çar zarokan pêk dihat, ji ber dumana sopê jiyana xwe ji dest da.

Navên wan jî wiha ye:

Bîlmes Mistefa 42 salî

Rewan Uzêr Xidir 9 salî

Murad Uzêr Xidir 11 salî

Seid Uzêr Xidir 28 salî

Û Xelat Uzêr Xidir 12 salî

Hat ragihandin, ev malbat dema bi şev razane, sope pêxistî hiştine.

Piştre sope dûman kiriye û ew ji ber dumanê fetisîne.

Hat gotin cenazeyê her 5 kesan li nexweşxaneya Akrê ne.

Back to top button