Girtiyê nexweş Aslan: Çend roj in xwarin jî nedane me

Her roj li girtîgehên Tirkiyê girtiyek jiyana xwe ji dest dide. Ev jî di encam zexta ku li wan tê kirin, rû dide. Niha jî ji ber van zextan jiyana jimarek ji girtiyan di metirsiyê de ye. Yek ji wan Hevserokê berê yê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Aslan e, dibêje: “Çend rojan xwarinê jî nadin.” Malbatên van girtiyan jî banga bidawîkirina van sûcan dikin .

Girtiyên li Tirkiyê nexasim ê nexweş ji ber zext û bipêkirinan, bi mirinê re rû bi rû ne.

Di girtîgehan de hemû cureyên êşkenceyê li dijî girtiyan tên bikaranîn.

Yek ji wan girtiyan, Hevserokê berê yê HDP’ê yê Mêrdînê Alî Aslan e.

Alî Aslan ku nexweş e bi malbata xwe re axivî û li ser rewşa van girtîgehan û sûcên li wir, agahî dan.

Aslan dibêje “Gelek rojan xwarinê jî nadin û em birçî radizên .

Xwarina ku didin 4 kesan têra zarokekî 6 salî nake.

Zext û zordarî li me tê kirin.”

Malbatên girtiyên di gietîgehên Tirkiye de: Ciwanên me bi mirinê re rû bi rû dihêlin

Malbatên van girtiyan, li ser rewşa zarokên xwe bi tirs in.

Yek ji wan malbatan jî malbata girtiyê nexweş Mehmûd Selîm e.

Dayika Mehmûd, Sedîqa Mehmûd Reşo têkildarî rewşa kurê xwe û cezayê lê hatiye birîn ji ajansa ANHA’yê axivî.

Dayika Sedîqa bal kişand li ser sûc û zehmetiyên ku rastî dihat dema diçû kurê xwe bibîne û bang li civaka navneteweyî kir ku zarokên wan serbest berdin.

Dayika Qidret Şêxo Mihemed jî dayika Girtiyê siyasî Mihemed Îsmaîl e dibêje “zarokên me bi mirinê re rû bi rû hiştine.”

Dayika Qidret diyar kir kurê wê di girtîgehê de nexweş e û nayê dermankirin .

Back to top button