Blinken û Borrell bi mijara gefên Çîn û Rûsya civiyan

Ewropa û DYA bi qasî Ûkrayna û Lîtvanya nebin jî lê ji tevgera Rûsya û Çînê nerehetin. Wezîrê Karên Derve yê Amerîka Blinken û Berpirsê Bilind yê Polîtîkayên Parastin û Karên Derve yê YE Borrell axivîn. Aliyan careke din teqezî li ser piştevaniya bo welatên navborî kirin.

Welatên Rojava ku tevgerên Rûsya û Çînê ji bo xwe gefa sereke dibînin, di nava danûstadinan de ne.

Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) bi ser Ewropa re hewil dide berjewendiyên xwe yên li Ewropa biparêze.

Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Antony Blinken bi Nûnerê Bilind ê Têkiliyên Derve û Polîtîkayên Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê (YE) Josep Borrell re li ser tevgera Rûsya ya li sînorê Ûkrayna û zextên siyasî yên Çînê yên li ser Lîtvanyayê nirxand.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Ned Price ragihand ku Blinken û Borrell bi telefonê axivîn.

Ned Price got:

“Wezîrê Derve û Nûnera Bilind pabendbûna xwe ya domdar ji bo bihêzkirina hevkariya Amerîka û YEyê û karkirina bi hev re ji bo rûbirûbûna aloziyên hevpar dubare kirin.”

Price bal kişand ser girîngiya xebatên koordînekirî yên ji bo piştgirîkirina serwerî û yekitiya axa Ûkraynayê û ev tişt anî ziman:

“Wan careke din piştrast kir ku her êrîşeke leşkerî ya Rûsyayê li ser Ûkraynayê wê encamên mezin ji bo Federasyona Rûsyayê hebe. Her wiha destnîşan kirin ku Komara Gel a Çîn li dijî Lîtvanyayê ye.”

Aliyan nerehetiya xwe ya hevpar a li ser zêdebûna zexta siyasî û aborî ya ku hem li ser şirketên DYA hem jî Ewropî bandor dike eşkere kirin.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê anî ziman ku Blinken û Borrell teqezî li ser dewamiya hevgirtina bi Lîtvanya re li hember tevgerên zordar ên Çînê dikin û ji bo xurtkirina berxwedana aborî pabend in ku bi hev re bixebitin.

Back to top button