Biden: Ger tenduristiya min baş be ezê 2024’an careke din bibim namzet

Kêmî mehekê maye ku salek di ser rêveberiya Serokê DYA Joe Biden re derbas bibe. Ji niha de pirsên gelo hilbijartina 2024’an de wê Biden namzetiya xwe dêne tê mereqkirin. Biden jî got: Ger tenduristiya wî baş be, ewê careke din namzetiya xwe dêne.

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê DYA Joe Biden, ji bo pirsa gelo ew ê di hilbijartinên 2024’an de careke din bibe namzed, bersiv da “erê” da.

Biden ê 79 salî, di kanala ABC News’ê de bersiva pirsên David Muir da.

Li ser pirsa gelo ew ê di sala 2024’an de careke din bibe namzed bersiv da û got:

“Erê. Lê binêre, ez bi qederê bawer im.

Qederê gelek caran mudaxeleyî jiyana min kiriye.

Ger ez wek niha sax bim, ez ê dîsan bibim namzet.”

Biden diyar kir ku ger Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump bibe namzetê Komarparêzan, ew jî wê careke din bibe namzetê Demokratan.

Biden di hilbijartina 3 Mijdara 2020’an de li pêşberî Donald Trump biser ketibû.

Back to top button