
Sersal nêz dibe û pê re jî li her deverê amadekariyên pîrozbahiyan tên kirin. Têkildarî vê, Desteya Kar û Barên Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîr girtin û bi raya giştî re bi par ve kirin.
Desteyê bi bi biryarnameyekê cejna Noel û sersalê li gel pîroz kir û ev biriyar girtin:
1- Tevgera kamyon, barhilgir û motorsiklêtan ji roja sêşemê 28’ê mehê seet 6ê êvarî heta 6ê sibeha yekşemê 2 meha yekê , qedexe ye.
2- Tevgera hemû erebeyan li deriyên sînoran ji roja înê 31’ê mehê heta roja yekşemê 2 mehê tên sekinandin.
3- Destûr tê dayîn ku madeyên bijîşkî û alîkariyê yên ku destûra wan ji hêla aliyên pêwendîdar ve hatiye dayîn werin veguhastin.
4- Ji derveyî qanûnê, ji aliyê şêniyan û hêzên leşkerî û ewlekariyê ve, avêtina guleyan qedexe ye.