Omicron li 50 Eyaletên DYA belav bûye

Bi nêzbûna sersalê re li seranserî cîhanê amadekariyên pîrozbahiyên mezin dihate kirin. Lê varianta Omicron ji niha de li gelek welatan şahî û cihên qerebalix dane rawestandin. Omicron li 50 eyaletên DYA belav bûye. Li gelek welatên Ewropa jî wê şahiyên gerseyî ji bo sersalê neyên pîrozkirin.

Ji 2019’an ve cîhan berdêla Vîrûsa Corona ya bi mûstasyonên xwe jiyana me xistiye nava zehmetiyan de.

Herî dawî bi varianta Omicron re, vîrûs bi wayekî hîn leztir belav dibe.

Li gorî nûçeya CNN tevî paytext Waşîngton DC vîrûs li 50 eyaletên Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) belav bûye.

Bi pêketiya xwe ya li eyaleta Dakota ya başûr re jî varianta Omicron li 50. belav bû.

Hat ragihandin ku guhertoya Omicron a Covid-19 cara despêkê 1’ê Kanûnê li eyaleta Kalîforniyayê li kesekî hat dîtin.

Navenda Kontrolkirin û Pêşîlêgirtina Nexweşan a Amerîkayê (CDC) duh di daxuyaniyekê de ragihandibû ku li welêt di hefteya dawîn de vîrûs 6 qat zêde bûye.

Li welat yekem kesê ji ber vîrûsê doh li eyaleta Texasê jiyana xwe ji dest da.

Belçîka ji ber Omicron tevdîrên heyî zêde dike

Di derbarê varianta Omicran de, Belçîka tevdîrên heyî dijwar kiriye da ku bûyerên Covid-19 di betlaneyên Sersalê de kêm bimîne.

Ji 26’ê Kanûnê ve hemû çalakiyên heta 200 kesî çi li hundir û çi li derve wê bên qedexekirin.

Di vê navberê de sînema, şano û konserên ku beşdar li wan namînin jî hene.

Li Belçîkayê ji sedî 88 kesên temen mezin û ji sedî 76’ê jî tevahiya nifûsa welat derziyên dijî vîrûsê bikar anîne.

Li gelek welatan şidandina tedbîran di rojevê de ye

Rêxistina Tendirûstiyê ya Cîhanê eşkere kir ku li Tirkiyê, Rûsya û 36 welatên Ewrûpayê Omîcron hatiye tesbîtkirin.

Hemwextê vê hişyariyê, şidandina tedbîran û sînorkirina tevgerê di rojeva welatê Ewrûpayê de ye.

Li Îngilîstanê ku Omîcron herî zêde lê belav dibe, tê plankirina ku 25’ê Kanûnê biryarên nû werin eşkerekirin.

Yek ji wan qedexekirina pîrozbahiyên serêsalê ye.

Hukûmeta Skotlandê jî biryar da ku hejmara mirovên wein cem hev sînor bike.

Li Almanya cihên girseyî û qerebalix hatine qedexekirin.

Ji 28’ê Kanûnê wê navendên şahiyan ên şevê werin girtin.

Li Fransayê jî pîrozbahiya kevneşop ya li Kolana Champs-Elysees (Şanze Lîzê) hate betalkirin.

Hukûmeta Hollandayê jî ji roja Duşmê biryara qedexeya tevgera giştî daye.

Li Portugalê jî navendên şahiyan hatina girtin û biryar hate dayîn ku mirov li malê xwe kar bikin.

Back to top button