NY: 2021’an li Yemenê 150 hezar kes ji cihê xwe bûn

Yek ji welatên ku sala 2021’an jî ji bo wan baş derbas nebûyî, Yemen bû. Komseriya Bilind a Koçberan a NY ragihand ku ji ber şerê dijwar yê li welat di sala 2021’an de, 150 hezar kes ji cih û warê xwe koçber bûne.

Komseriyê têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê Twitterê peyamek weşand û got:

Koçberiya ji ber şer û pevçûnên li Yemenê dewam dike.

Komseriyê diyar kir ku di nava sala 2021’an de nêzî 150 hezar Yemenî ku piraniya wan ji Marib, Taîz û Hudeydayê neçar mane koçber bibin.

Hikûmeta qanûnî ya Yemenê duh ragihandibû ku hejmara kesên ji despêka şer û heta niha ji cih û warê xwe koçber bûne gihiştiye 4 milyon û 100 hezarî.

Husiyên Yemenê yên ku Îran piştgirîya wan dike, ji Îlona 2014’an ve paytext Sana û hin herêm din kontrol kiriye.

Hêzên koalîsyona bi pêşengiya Erebîstana Siûdî jî ji Adara 2015’an ve li dijî Hûsiyan piştgiriya hikûmeta Yemenê dike.

Di şerê ku 7 salin li welat dewam dike de, bêtirî 233 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan.

Krîza mirovî ya ji ber şerê navxweyî li Yemena ku di nav welatên herî feqîr ê cîhanê de ye, gihîştiye asta metirsîdar.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî, li welat ji sedî 80’ê nifûsa wê ya ku giştî 30 milyone pêwistiya xwe ya bi alîkariyê heye.

Back to top button