Ruspiyên herêma Cizîrê: Em ê xaka xwe li dijî êrişan biparêzin

Şêxeşîr û rûspiyên Herêma Cizîrê êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê ên li ser Til Temir û Zirganê şermezar kir. Rûspyan diyar kir tevî hemû êrîşên dagirkeriyê ên li ser herêmê ew ê dest ji xaka xwe bernedin û herêmên xwe biparêzin. Rûspiyan bang li hêzên navnetewî jî kirin ku li dijî van êrişan berpirsyariya xwe bi cih bînin.

Hêrs û nerazîbûnên gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ên li hemberî êrişên dawî yên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li ser Til Temir û zirganê zêde bûye.

Ji Navçeya Til Temirê şêxeşîr û rûspiyên herêma Cizîrê helwesta xwe beramberî van êrîşan nîşan da.

Bi dehan şêxeşîr û rûspiyên herêmê li ser rêya navçeya Zirganê a nêzî baregeha Rûsyayê ya li bakurê Til Temirê kom bûn û bi daxuyaniyekê êrşên dagirkeriya Tirk li ser navçeyên Til Temir û Zirganê şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê şêxê eşîra Omera Mihemed Tahir ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, tevî her du peymanên agirbestê, dagirkeriya Tirk êrîş û terora xwe li ser herêmê dewam dike.

Divê hêzên navnetewî li dijî êrişan berpirsyariyên xwe bi cih bînin

Şêxeşîr û rûspî destnîşan kir armanca dewleta Tirk ji van êrişan belavkirina tirs û xofê nava welatiyan û têkbirina aramî û ewlehiya herêmê ye.

Şêxeşîr û rûspî tekez kir tevî hemû êrîşên dagirkeriya Tirk, wê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe dev ji axa xwe bernedin û bi hemû hêza xwe herêmên xwe biparêzin

Şêxeşîr û rûspîyan sersaxî ji malbatên kesên ku di encama êrişên artêşa Tirk de şehîd bûne xwestin.

Di dawiyê de rûspiyan bang li civaka navneteweyî û hêzên garantor kirin ku êrişên dairkeriya Tirk hedefgirtina sivîlan rawestînin û dagirkeran ji herêmê derxînin.

Back to top button