KURDEK JI ALIYÊ TRUMP VE HAT XELATKIRIN

Ji aliyê Serokê DYA’yê Donald Trump û Wezîrê Derve yê Emerîkayê Mike Pompeo ve Dr. Şaho Seîd ê ji Silêmaniyê hate xelatkirin.

Mamosteyê Zanîngehê Dr. Şaho Seîd, li ser hesabê xwe yê facebookê ev agahî dan;

“Ez ji aliyê Serokê Emerîkayê Donald Trump û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ve bi bawernameya Hubert H. Humphrey hatim xelatkirin.”

Dr. Şaho Seîd ku beşdarê bernameya Fulbright a Emerîkayê bûbû eşkere kir ku ev xelat her sal ji aliyê Koşka Spî û Wezareta Derve ya Amerîkayê ve ji destebijêrek ji kesayetên akademîsyen û bibandor ên beşdarên programê dibin re tê dayîn.

Şaho Seîd ji berî salekê li ser bernameya Humphrey Fellow li Zanîngeha Pennsylvania hat wergirtin.

Niha di qonaxa dawî ya xwendina xwe deye.

Dr. Şaho Seîd di sala 1970’an de li Silêmaniyê ji dayik bûye.

Ji wêje û zimanê erebî xwendî dîplomayea diktora ye.

Di sala 2009’an de li ser lîsteya Tevgera Goran bû parlamenterê Herêma başûrê Kurdistanê û piştre dest ji kar berda.

Leave a Reply

Back to top button