
Meclisa Malbatên Şehîdan û Malbatên Şehîdan ên Qamişlo bi merasîmekê 135 Şehîd bi bîr anîn.
Îro Meclisa Malbatên Şehîdan û Malbatên Şehîdên Qamişlo 135 şehîdên ku di mehên Mijdarê û Kanûnê di cih û salên cuda de li hemberî berxwedana li dijî DAIŞ’ê û dewleta Tirk de şehîd bûne, bi merasîmekê bi bîr anî.
Merasîm li goristana Şehîd Delîl Saruxan ya li Qamişlo pêk hat.
Bi dehan kes û malbatên şehîdan beşdarî merasîmê bûn.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyûê Necah Gulo axivî û hemû Şehîd bi bîr anî û got:
“Rêber Apo her tim digot, heke hûn aşiqê şehadetê nebin, hûn nikarin serkeftinê pêk bînin û têkoşînê berdewam bikin.”
Necah Gulo êrişên li ser sivîlan ji aliyê dewleta Tirk şermezar kir û diyar kir ku ew ê têkoşînê berdewam bikin heta armanca Şehîdan pêk bê.
Di dawiya merasîmê de wesîqeyên şehadetê a şehîdan hatin xwendin.