Sibe yên xwedî belgeyên rûniştina Ewropî dikarin derbasî başûrê kurdistanê bibin

Rêveberiya Deriyê Sêmalka bi daxuyaniyekê diyar kir ku ragihand ku sibe roja Înê, rê tê dayîn ku yên hemwelatiyên Ewropî ji herêmê derbasî başûrê Kurdistanê bibin. 

Rêveberiya deriyê Sêmalka careke din diyar kir ku derî ji aliyê rêveberiya xweser ve li pêşiya derketina welatiyên herêmê ji aliyê wan ve nehatiye girtin. Lê ji aliyê desthilatên dergeha pêşxabûrê ve hatiye girtin.

Rêveberiya deriyê Sêmalka di daxuyaniya xwe de da zanîn ku sibe 24’ê kanûnê 2021 rê ji kesên ku ne ji herêmê re heye ku derbasî herêma Kurdistanê bibin.

Lê divê destpêkê berê xwe bidin rêveberiya derî da ku belgeyên wan werin piştrastkirin. Piştre dê ji wir rêwî ji deriyê Welîd angê Siwêdiyê yê sînorî werin veguhestin û li wir dikarin derbasî herêma Kurdistanê bibin.

Her wiha rêveberiya derî diyar kir ku yên li herêma Kurdistanê mane dikarin roja Şemî û Yekşemê derbasî herêmên rêveberiya xweser bibin.

Her wiha yên ku belgeyên rûniştina li Iraqê pê re hene, dikarin rewşa xwe li gel rêveberiya derî çareser bikin û roja Şemiyê derbasî herêma Kurdistanê bibin.

Back to top button