Evîn Cûma: Girtî ji ber êşkenceyê şehîd dibin

Endama Rêveberiya Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma li ser rewşa girtiyên li girtîgehên Tikriyê nirxandin kir. Evîn Cuma dibêje “Girtî ji ber êşkenceyê şehîd dikevin. Dewleta Tirk bi van zextan sûcan dike. ” Her wiha bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê kir ku van sûcan rawestînin.”

Ji bo rawestandina zextên li dijî girtiyên li Tirkiyê û serbestberdana wan, bang bilind dibin.

Endama Rêveberiya Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê Evîn Cûma li ser van sûcên li dijî girtiyan ji ANHA’yê re nirxandin kir.

Evîn Cûma diyar kir ku îşkence û destdirêjî li girtîgehên Tirkiyê pir zêde bûye û piştrast kir ku dewleta Tirk berpirsê jiyana girtiyan e.

Her wiha got: “Dewleta Tirk bi îşkencekirina girtiyan sûcan dike û divê hesab jê were xwestin.”

Têkildarî mirina bi guman a girtiyan jî Evîn Cuma anî ziman: ”Dermankirina girtiyan mafekî wan e. Lê ev yek pêk nayê û mafê wan tê binpêkirin.

Endama Rêveberiya Rêxistina Mafê Mirovan a Herêma Cizîrê bal kişand li ser rewşa giştî ya li Tirkiyê, bi taybet di aliyê mafê mirovan de û ev got:

“Dewleta Tirk li hember gel û girtiyan heman sûcan dike.

Edalet li cem dewleta Tirk tune ye.

Kesên ku bixwazin parastinê jî bikin, her dem di bin zextan de ne.

Parêzerên girtiyan her dem rastî gef û girtinê tên û nikarin bi awayekî azad tevbegirin.”

Dawiya nirxandina xwe Evîn Cûma bang li Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê kir ku rê li pêşiya binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî girtiyan bigire.

Back to top button