Li Deryaya Ege Keştiyek ku zênî 100 penaberî tê de bûn noqî avê bû

Keştiyeke din a penaberan duh noq avê bû.

Ev keştî jî dema ber bi Yûnanitanê ve diçû, di deryaya Egeyê bin-av bû.

Zarok jî di nav de nêzî 100 penaber di vê keştiyê de bûn. Jimarek ji wan kurd bûn.

Şevê din keştiyek ku bi 100 penaberî barkirî bû, ber bi Yûnanistanê ve bi rê ket.

Di keştiyê de zarok jî hebûn û jimarek ji penaberan kurd bûn.

Ev keştî berî ku bigihêje, di deyaya Egeyê de noq avê bû.

Dîmenên hewara van penaberan derketin.

Dema keştî hêdî hêdî binav dibe, penaber xwe bi rêya telefonê digihînin çalakvanekê û dibêjin; “Tenê çend santîmetre mane, wê keştiya me bi nav bibe û em ê hemû bimrin.”

Berî sê rojan jî, 21’ê Kanunê, li nêzî girava Vulîgandrus a Yunanîstanê keştiyek noqî avê bû.

Di wê keştiyê de jî 70 penaber hebûn û ji wan 60 kurd bûn.

Ji bilî van her du keştiyan, 24’ê Mijdarê jî di navbera Fransa û Brîtanyayê de keştiyek bin-av bû.

Di encamê de 31 penaberan jiyana xwe ji dest dabûn, 18 ji wan Kurdên Raanya û Qeladizê bûn.

Back to top button