Ji NATO bo Rûsya: Danûstandin heye, tawîz tine

Rûsya ku hêza xwe li sînorê Ûkrayna belav kirî, ji NATO sozan dixwaze.  Serokê Rûsya Putin dibêje, pêwiste NATO garantiya rawestandina tevgerên xwe yên ber bi sînorê wan ve encam bide. Sekreterê Giştî yê NATOyê Stoltenberg bersiva Putin da û got: Danûstandin heye, lê tawîz tineye. Koşka Spî jî dibêje, tekane gefa li herêmê, tevgera leşkerî ya Rûsya li sînorê Ûkrayna ye.

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg piştî ku di peyamên xwe yên fermî yên sersalê de peyama yekîtî û hevgirtinê da, di çapemeniya navneteweyî de nêrînên xwe yên derbarê Rûsyayê de parve kir.

Stoltenberg diyar kir ku Rûsya li ser sînorê Ûkraynayê hêzeke zêde ya leşkerî ava kiriye û ji bo betlaneya dawiya salê bi ewle derbas bibe pêwiste hişyar bin.

Her wiha da zanîn ku Rûsya di dema borî de helwesteke tund nîşan daye, lê îro rasterast gefan li ti hevpeymaneke NATOyê naxwe.

Lê siyaseta wê ya li ser sînorê Ûkraynayê nezelaliyan tîne.

Stoltenberg diyar kir ku ew dixwazin aloziya bi Rûsyayê re kêm bikin û destnîşan kir ku di prensîbên bingehîn ên NATO’yê de mijara tawîzan nîne.

Stoltenberg bi Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken re jî hevdîtin pêk anî.

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de got:

“Me nêzîkatiya NATO ya dualî ya derbarê Rûsyayê de gotûbêj kir û diyar kir ku dema ku hevalbendên wê ji bo parastinê yekgirtî bin, hevpeymanî ji bo diyalogeke watedar bi Rûsyayê re amade.”

Koşka Spî: Tekane êriş, veguhestina leşkerên Rûsî li herêmê ye

Berdevka Koşka Spî Jen Psaki bersiva daxuyaniya Serokê Rûsyayê Vladimir Putin ku gotibû Amerîka û hevalbendên wê li ser sînorê Rûsya û Ûkraynayê aloziyê zêde dikin da.

Psaki got:

“Yekane êrîşa ku em li ser sînorê Rûsya û Ûkraynayê dibînin, avakirina leşkerî ya Rûsyayê ye.”

Psaki îşaret bi daxuyaniya Putin ku gotibû Amerîka amade ye meha bê li Cenevre ya Swîsreyê bicive jî, got,

Heta niha li ser cih û dema hevdîtina Biden û Putin lihevkirinek çênebûye.

Back to top button