Nîlufer Koç: Bêyî PKK pirsgirêka Kurd çareser nabe

Ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, 13 Kanûnê Kampanyaya îmzeyan hatibû destpêkirin. Li ser vê kampanyayê û heman daxwazê, Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nîlufer Koç nirxandin kir. Nîlufer Koç diyar kir ku kampanyayên îmzeyan wê sala bê zêdetir bibin di sala 2022’yan de zêde bibin û piştrast kir ku qebûlkirina fermî ya PKK’ê wê demokrasiyê bîne Tirkiyê û aramiyê bîne Rojhilata Navîn.

Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ji bo ku PKK ji “lîsteya rêxistinên terorîst” derkeve, nemaze yên DYA û Konseya Ewropayê, di 13’ê Kanûnê de kampanyayek dabû destpêkirin.

Ji 30 welatan zêdetirî hezar parlamenter, akademîsyen, sînemager, rêveberên partiyan, nivîskar û çalakvanan pêşengî ji kampanyayê re kir.

Endama Konseya Rêveber a KNK’ê Nîlufer Koç têkildarî kampanyaya ji bo derxistina PKK’ê ji “lîsteya terorê” nirxandin kir.

Nîlufer Koç da xuyakirin ku kampanya di rewşa heyî de rastî eleqeyk mezin tê û her diçe ev kampanya berfireh dibe.

Endama KNK’ê piştrast kir wê Kampanya sala 2022’yan de mezin bibe, ji ber ku di sedsala 21’an de çareseriya pirsgirêkên serdemê li Kurdistanê bi pêşengiya PKK’ê tê dîtin.”

Nîlufer Koç diyar kir ku mijara rakirina qedexeya li ser PKK’ê di sala 2014’an de ji aliyê gelek derdoran ve hat nîqaşkirin û ev got:

“Bi taybetî lehengiya gerîlayên PKK’ê ya li dijî DAIŞ’ê, PKK wek hêzeke mezin a hêviyê li cîhanê da nasandin.

Dawiya nirxandina xwe jî Endama KNK’ê Nîlufer Koç tekez kir bêyî paradîgmaya rêber Abdullah Ocalan û qebûlkirina fermî ya PKK’ê wê pirsgirêka kurd çareser nebe.”

Back to top button