Hesen Koçer: Armanca girtina derî hilweşandina aboriya herêmê ye

Li ser girtina deriyê Sêmalka ji aliyê PDK’ê ve, Hesen Koçer Cîgirê Hevserokatîya Rêveberîya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê nirxandin kir. Hesen Koçer da zanîn ku armancên siyasî li pey girtina derî hene û ev got: Li heremên me zêdetirî mîlyonek koçber dimînin. Qûtkirina alîkarîyê li ser wan ne helwesteke mirovî ye. FILM

Cîgirê Hevserokatîya Rêveberîya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê Hesen koçer, têkildarî girtina deriyê Sêmalka ji alîyê PDK’ve, ji ANHA’yê re nirxandin kir.

Hesen Koçer anî ziman ”Armanc ji girtina derîyan, hilweşandina aborîya heremên Reveberîya Xweser e.” û pişrast kir ku “Bikaranîna derîyên mirovî weke zexteke sîyasî, helwesteke derexlaqî ye.”

Koçer dîyar kir ku armancên sereke ên giritna derîyên heremê eşkere bû û li pey girtina derîyên sînor ên heremê armancên sîyasî hene.

Hesen Koçer destnîşan kir ku yek ji armancên girtina derîyan ew e xizanî û bêkarîyê li ser gelê herêmê ku bi hezaran şehîd di oxira rizgarkirina rûmeta mirovahîyê de dane, ferz bikin.”

Hesen Koçer: Li pey girtina derîyan armancên siyasî hene

Hesen Koçer destnîaşn kir ku girtina derîyên heremê mijareke sîyasî û dijminahî ye ku zextê li heremê dikin û ev tişt anî ziman:

”Nabe ku derîyên mirovî ji ber rewşên sîyasî werin girtin.

Em derîyan weke kerteke sîyasî bikar nayînin.

Li heremên me zêdetirî mîlyonek koçber dimînin.

Qûtkirina alîkarîyê li ser wan ne helwesteke mirovî ye.”

QSD û Rêveberîya Xweser ewqas berdêlên giran dane û hîna jî didin.”

Hesen Koçer: Hêz û vîna gelên heremê têk naçe

Cîgirê Hevserokatîya Rêveberîya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Sûrîyê Hesen Koçer dîyar kir ku armanc ji van kirinan birçîkirina gelên heremê û hilweşandina aborîya wî ye û wiha bi dawî kir:

“Vîna gelên heremê naşike û li hember hemû zehmetîyan wê bisekinin û wan derbas bikin. “

Back to top button