JI BO KUŞTINA ZEKÎ MUBAREK TEVGEREKE NAVDEWLETÎ YA LÊPIRSÎNÊ DEST PÊ DIKE

Pisporê qanûna navdewletî yê filistînê Zekeriya Mubarek diyar kir ku ji bo kuştina birayê xwe Zekî Mûbarek di zindanên Tirkiyê de tevgereke navdewletî ya lêpirsînê heye.

Her wiha li Lundunê li ber balyozxaneya Tirkiyê dostên Zekî Mûbarek û hejmarek filistînî xwepêşandanek li dar xist.

Xwepêşandêran kuştina Zekî Mubarek di zindanên Tirkiyê de şermezar kir û daxwaza cezakirina rejîma Tirkiyê kirin.

Di 29’ê Nîşana borî de Zekî Mubarek ku bi eslê xwe Filistînî ye di zindanên Tirkiyê de hate kuştin.
Hikûmeta Tirkiyê ji aliyê xwe ve ragihand ku Zekî xwe bi xwe, xwe kuştiye.

Lê malabata Zekî Mubarek dibêje ku kurê wan di bin êşkenceyê de li zindanên Tirkiyê jiyana xwe ji dest daye.

Heta niha jî hikûmeta Tirkiyê termê Zekî mubarek radestî malbata wî nekiriyê, bêyî ku ti sedem werin destnîşankirin.

Leave a Reply

Back to top button