Japonya..Tokyo ji bo sala bê 47 milyar Dolar ji leşkerî re cûda kiriye

Nakokiyên navbera, Koreya Bakur, Koreya Başûr, Çîn û Taywanê, Tokyo xistiye nava fikaran. Li Japonyayê, hukumeta serokwezîr Kishida butçeya parastinê di asteke rekorê de erê kir. Ji bo budçeya parastinê ya sala bê 47 milyar dolar, hatiye diyarkirin. Ev jî rekora 10 salên dawî ye. Her wiha ev yek jî hemwextî mezinbûna bilez a leşkerî ya Çîn û bernameyên mûşekên atomî yên Koreya Bakur pêk tê.

Tokyo ji bo malî ya ku 1’ê Nîsanê dest pê dike, wê bûdceya xwe ji sedî 1,1 zêde bike û bibe 47,18 mîlyar dolar.

Biryara zêdekirina lêçûnan di meha Nîsanê de di hevdîtina Serokê DYA Joe Biden û Serokwezîrê Japonya yê wê demê Yoşîhîde Suga de hatibû girtin.

Di civînê de, Suga soz da ku bi berçavgirtina jîngeha ewlekariya herêmê, hêza parastina welat zêdetir bike.

Herêm demek dirêje di bin tengezariyê de ye.

Ji ber ku Çîn Taywanê wekî beşek xwe dibîne û doza serweriya giravê dike.

Rêveberiya Taywanê diyar dike ku ew bi Pekînê re aştiyê dixwazin, lê ger hewce bike wê xwe biparêze.

Serokwezîrê berê Shinzo Abe, ku li Japonyayê îstifa kirî, hişyarî da ku rewşek muhtemel a li Taywanê wê ji bo DYA û hevalbendiya ewlehiyê û hem jî ji bo Japonê were wateya rewşa awarte.

Di pêşnûmeya bûdceya parastinê ya ku ji aliyê Tokyoyê ve hatiye pejirandin, kirîna 12 balafirên şer ên F-35 ji Amerîkayê cih digire.

4 ji balafiran dê xwedî taybetmendiyên rabûna kurt û daketineke ji bilindahî be.

Ji aliyê din ve Wezareta Parastinê 86 milyar yen bûdceya sala bê ji bo pêşxistina yekem firokeya cengê ya navxweyî piştî 30 salan veqetand.

Tê payîn ku projeya balafirên şer ên navxweyî yên Japonyayê di sala 2030’an de were qedandin.

Li gorî nûçeya Reutersê, projeya mijara gotinê di bin rêveberiya Mitsubishi Heavy Industries Ltd. de pêş dikeve.

Ji bo ku pêşnûmeya budçeyê bikeve meriyetê divê li Meclîsê bê qebûlkirin.

Lê belê ji ber ku partiya desthilatdar di Meclîsê de xwedî piraniya dengan e, qebûlkirina bûdçeya parastinê teqez tê dîtin.
Her çend Japon ne xwedî artêşek birêkûpêk be jî, ew xwediyê Hêza Xweparastinê ye û rasterast bi DYA ve girêdayî ye.

Back to top button