Di nava krîzan de hilbijartinên li Lîbya pêk nehatin

Piştî 10 salan wê Lîbiyan qedera xwe diyar kiriban. Li welat hilbijartinên giştî yên serokomarî û parlamentoyê wê hatiban lidarxistin. Lê li welat ji hilbijartinê zêdetir, bêdengiya şereke dijwar xuya dike. Bê ku demek were diyarkirin, hilbijartin hatin betalkirin. Komisyona Bilind a Hilbijartinê dixwaze hilbijartin heta hemekê were paşxistin. Lê ya ku di asoya welat de xuya dike, ji hilbijartinê zêdetir şerek dijwar û demdirêje.

Biryara hilbijartinê ya ku di Mijdara 2020’an de bi piştgirîya Neteweyên Yekbûyî ji bo Lîbyayê hatibû girtin, encam negirt.

Piştî ku hilbijartinên serokomariyê ku biryar bû îro were lidarxistin krîza siyasî gav bi gav kûrtir bû.

Nerazîbûnên li ser namzetiyên serokomarî û nakokiyên qanûnî hilbijartin hat betalkirin.

Di demekê de ku hilbijartin di xirecirekê de bû, çav li Meclisa Nûneran bûn dema nû ya hilbijartinê diyar bike.

Piştî hilweşandin û kuştina lîderê berê Muamer Qezafî di sala 2011’an de, welat bûye du parçe.

Saziyên li Lîbyayê nikarin li ser bingeha hilbijartinê li hev bikin.

Yek ji van xalên sereke erkên serokê nû û parlamentoyê wê çi bin.

Serokê Meclisa Nûneran a Lîbya Aqîla Saleh yê ji bo serokomariyê wek namzed hatibû destnîşan kirin, di meha Îlonê de ji bo lidarxistina hilbijartinên serokatî û parlementoyê pêşniyarek nû kiribû.

Ev pêşniyar jî dîrokên hilbijartinan ji hev werin cudakirin.

Dîroka hilbijartinan nediyare

Di daxuyaniya Komisyona Bilind a Hilbijartinê ya roja Çarşemê de hat pêşniyarkirin ku hilbijartin mehekê were paşxistin û di 24’ê Çileya 2022’an de bê lidarxistin.

Serokê Lijneya Hilbijartinê ya Meclisê El Hadî el-Sagheer nameyek ji Serokê Meclisa Nûneran re şand û tê de wiha got:

“Li gor raporên teknîkî, edlî û ewlehiyê em radigihînin ku nepêkan e Hilbijartinên 24’ê Kanûnê pêk werin.”

Danûstandinên di navbera namzet, saziyên siyasî û hêzên din de dewam dikin.

Ji bo çareserkirina pirsgirêkên ku hilbijartinên îro betal kirine, dibe ku paşxistinek bi tenê têrê neke.

Di asoya Lîbyayê de şerekî dijwar yê demdirêj xuya dike

Di heman demê de tê çaverêkirin ku pêdivî bi demek zêdetir ji bo çareserkirina pirsgirêkan wê bibe sedema aloziyên mezintir.

Her wihat tê texmînkirin ku mayîna hikumeta demkî li ser deshilatê wê fitîla agirekî nû jî pêbixe.

Tişta ku xuya dike, di asoya welat de şerekî dijwar yê demdirêj heye.

Back to top button