Sivîlên ku li navçeya Zirganê ev 3 roj in di bin topbaranê de dijîn û malên wan di encama topbaranê de hatine xirakirin dest bi paqijkirina malên xwe kirin, hest, helwest û hêviyên xwe anîn ziman û gotin:” Hêvî û xewnên me yên zaroktî di her qoncikek de hate rûxandin, lê tevî wê jî em man û em ê bimînin”.
Dewleta Tirk a dagirker ji ber êrişên xweyên dagirkeriyê heya niha bûye sedema bi sedan komkujî û bi sedhezaran kes koçber bibin.
Dewleta Tirk di roja 21-22’ê Kanûnê rasterast navenda navçeya Zirganê û gundewarên wê bi dijwarî bi obîs û hawanan topbaran kirin û ev yek heya roja îro jî dewam dike.
Di encama vê topbaranê de bi dehan sivîl di nav de jin, zarok, û kesên temen mezin birîndar bûn û 4 kes şehîd bûn.
Xelkê Zirganê piştî topbaran rawestiya vegeriyan malên xwe û dest bi paqijiyê kirin.
Fatima Hesen a ku mala wê hatiy rûxandin got:
Mala min a ji ber topbaranê hilweşiya. Wekî barana top li ser mede di barandin.
Ji mafê me ye ku em bijîn, em jî jiyanê û armaniyê dixwazin.
Em tenê dixwazin li kêleka dîwarê xwe rûnin,nan û avê bixwin.
Ayşe Salih a ji gundê Um Hermela ye û hatiye alîkariyê bide mirovên xwe yên di encama topbaranê de zirar dîtine jî wiha anî ziman:
Zarok tirsiyan, her car pevpeyman çêdibin, lê mixanbin êriş dewam dikin.
Zeyneb Elî Ehmed jî da zanîn ew ku hatiye parçeyên mala xwe yê wenda kom bike û got:
Min bi zorê zarokên xwe ji mirinê xilas kirin.
Ez serê sibê vegeriyam û min dest bi komkirina parçeyên malê yê wenda yî kir.
Em man û em ê bimînin, heya ku kesek ji malbatê jî bimîne em ê bimînin.