Desteya Tenduristiyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 25 kes bi koronayê ketine û kesekî jî jiyana xwe ji dest da.
Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kir ku kesê mirî, ji Hesekê ye.
Her wiha 25 kesên bi koronayê ketine: 18 mêr û 7 jin in
Bi van daneyên dawî re li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêjmara pêketiyên vîrûsa koronayê gihaşt 37 hezar û 141`an di nav de hezar û 490 kesan jiyana xwe ji dest dane û 2 hezar û 513 kes jî baş bûne.