Heyder Işik bi merasîmekê li Elmanya hate veşartin

Nivîskarê Kurd Heyder Işik, li bajarê Munchenê yê Elmanyayê hefteya derbasbûyî jiyana xwe ji dest dabû, îro jî li heman bajarî hate veşartin.

Nivîskarê Kurd Heyder Işik yê 82 salî beriya niha bi şeş salan nexweşiya kansêrê ketibû.

Piştî şeş salan tedawî dît di sibeha 17’ê Kanûnê li Munchenê li mala xwe jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Heyder Işik îro li Maisach a Munchenê yê Elmanyayê hate veşartin.

Kurd û dostên nivîskar Heyder Işik ên Elman beşdarî merasîmê bûn.

Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç di merasîmê axivî û diyar kir ku wê têkoşîna Heyder Işik berdewam bikin.

Back to top button