Kamûran Berwarî: Beyî Ocalan û PKK’ê aloziya Rojhilata Navîn çareser nabe

Mamosteyê Zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî, têkildarî girîngiya projeyên Rêber Apo yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn, her wiha siyaseta cîhanî ya derbarê PKK’ê de axivî. Berwarî diyar kir êdî hêzên cîhanî yên di komployê de rol lîstine jî gihîştine wê qenaetê bêyî Rêber Apo û PKK’ê aloziya li Rojhilata Navîn çareser nabe.

Piştî bi sedan salan gelê Kurd bi birdoziya Rêber Apo carek din li hebûna xwe hesiyan û bi zayina PKK’ê re dest bi têkoşîna mafê xwe yê jiyanê kirin.

Têkoşîna azadiya gelê Kurd veguherî têkoşîna azadiya gelan û heviya aştiya li herêmê û Rojhilata Navîn.

Lê, ev tekoşîna bi maf ji aliyê hêzên hegemon û navdewletî ve tê astengkirin û pirgirêka Kurd kirine wek girêkek kor.
Mamosteyê zanîngeha Dihokê Dr. Kamûran Berwarî, têkildarî girîngiya projeyên Rêber Apo yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û Rojhilata Navîn û siyaseta cîhanî ya derbarê PKK’ê de ji ajansa Rojnewsê re axivî.

Dr. Kamûran Berwarî diyar kir, êdî hêzên cîhanî yên di komployê de rol lîstine jî gihîştine wê qenaetê bêyî azadiya Rêber Apo û PKK’ê aloziya li Rojhilata Navîn çareser nabe.

Berwarî, îşaret bi girtina Rêber Apo ya ji aliyên hêzên navneteweyî ve û armanca wan ya ji vê yekê kir û wiha got,

“Rêber Apo di encama siyaset û stratejiyeke navnetewî de hate girtin.

Armanca hêzên navneteweyî ya ji komployê ew bû ku êdî ti fikir û felsefeyeke din a weke alternatîfê bernema û projeyên wan dernekeve.

DR. Kamûran Berwarî: Tenê Netewa Demokratîk ji bo aloziya heyî dikare bibe çareserî

Ji ber projeyên Rojhilatî an jî Rojavayî yên niha li Rojhilata navîn çareseriyê li gel xwe naynin.

Tenê projeya netewa demokratîk û xweseriya demokratîk, ji bo îro dikare bibe projeya aştiya herêmê.”

Berwarî di dewama nirxandina xwe eşkere kir ku, lê niha Amerîka, Brîtanya, Îsraîl, Fransa û dewletên NATO’yê gihîştine wê qenaetê, li Rojhilata Navîn beyî Rêber Apo û PKK’ê ti proje bi sernekitiye.

Dr. Kamûran Berwarî, di dawî de bang li hêzên navneteweyî kir ku ger dewletên navnetewî wek îdîa dikin dixwazin aramî li Rojhilata Navîn pêk be, divê Rêber Apo were berdan.

Back to top button