“Ji bo eşkerekirina kujerên Şukrî Serhed em ê serî li dadgeha bilind ya Silêmaniyê bidin”

100 roj li ser şehîdxistina Şukrî Serhed re derbas bûn, lê kujer nayên eşkerekirin. Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê vê heftiyê jî ji bo eşkerekirin kujerên Şukrî Serhed çalakî pêk anî.

Komîteya Malbatên Şehîdan a PKK’ê a Başûrê Kurdistanê îro careke din li cihê ku Şukrî Serhed lê hatî şehîdxistin kom bûn û çalakî li darxistin.

Li ser navê Komîteyê daxuyaniyek ji aliyê Îbrahîm Mihemed ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku 99 roj bi ser şehîdxistina hevrê Şukrî Serhed re derbas dibin, lê heya niha kujer nehatine eşkerekirin û kes bersivê nade.

“Ji ber bê xemiya berpirsên herêmê û çavgirtina saziyên ewlekariyê ya li ser şehîdxistina şehîd Şukrî, me heya niha çalakî pêkdianî.

Lê em ê vî şêwaza xwe ya çalakiyê veguherin û dest bi lêkolîna yasayî ya derbarê dosyayê de bikin.

Em ê serî li Dadgeha Bilind ya Silêmaniyê bidin.

Em malbatên şehîdan soz didin heya dilopa dawî ya xwîna xwe li ser rêya şehîdan bimeşin.”

Back to top button