Tecrîda li Îmraliyê di sala 2021’an de

Di sala 2021’ê de bi Îmraliyê re ji 4 deqeyan zêdetir tekilî nehat danîn û tecrîd bi awayê sîtematîk dewam dike. Gelê Kurd jî li seranserî cîhanê li hemberî tecrîdê serî hildan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber APO kirin.

Rêber Abdullah Ocalan 22 sal e li grava Îmraliyê di şertên giran yên tecrîdê de tê girtin.

Buroya Hiqûqê ya Asrinê di 2021’ê de bi giştî 169 serlêdan û malbatan jî 55 serlêdan kirin.

9 meh e tevî hemû hewldanên parêzeran hevdîtin nayên kirin û agahî ji Rêber Apo, Omer Hayrî Konar, Veysî Aktaş û Hamîlî Yildirim nayê girtin.

Di 14’ê Adarê de nûçeyên derbarê jiyana Rêber Apo de hatin belavkirin.

Li ser vê parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê di 18’ê Adarê de serî li Komîteya Pêşîgirtina Îşkenceyê ya Ewopayê (CPT) dan.

25’ê Adarê birayê Rêber Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan hevdîtinek 4 deqan pêk anî û tlf hat qutkirin.

Parêzeran di 27’ê Tîrmehê de cara duyem serî li CPT dan.

Di serlêdanê de ev daxwaz hatin rêzkirin:

*Bila komîteya we lezgîn li Îmraliyê hevdîtinê bike.

*Bila serdana parêzeran demildest pêk bê û berdewam bike.

*Bila hevdîtina malbatan demildest dest pê bikin û bidomin û dawî li ceza yê dîsîplînê yên li dijî hiqûqê bînin.

*Pêkanînên li dijî hiqûqê ya der barê rojname, kovar û pirtûkan de bidawî bibin.

Parêzeran ji bo bikevin tevgerê serî li 52 saziyan dan

Parêzeran 25’ê Mijdarê serî li 10 rêxistinên civaka sivîl û 28 baroyan û 13 saziyên civaka sivîl yên navneteweyî dan.

Di 22’ê Mijdarê de serî li Dadgeriya înfazê ya Bursayê dan û derket holê ku du cezayên dîsîplînê yên nû dane Rêber Abdullah Ocalan.

Rêxistinên Saziyên Sivîl di meha Tîrmehê de serî li Komîteya Wezîran dabûn û ev di civîna 30 Mijdarê û 2’ê Kanûnê ya Komîteya Wezîran de hat nîqaşkirin.

Komîteyê der barê girtiyên cezayê muebetê girtine de ji Tirkiyê hejmar xwest û got herî dereng Îlona 2022’an agahî bidinê.

Malbatên girtiyan û gel ji bo azadiya Rêber Apo li qadan in

Malbata Rêber APO û her sê girtiyên din ên li Îmraliyê di 14’ê Kanûnê de li Meclisê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Li her çar alî cîhanê jî ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan gel daketin kolanan, meş pêk anîn, nobet girtin û çalakî pêk anîn.

Back to top button