GUVEN: PÊKANÎNA AŞTIYEKE BI RÛMET BILA SOZA ME YA JI BO WAN BE

Îro Roja Dayîkan e.
Ji berxwedaniya li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan re dayîkek pêşengiyê dike.
Ev 186 roj in, ji bo paşerojeke azad bide nifşên nû yên Kurdistanê, di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye.
Leylaya dayîk îro got, me soza aştiyek bi rûmet daye dayîkên xwe yên berxwedêr.
Û heta pêkanîna wê jî ew ê têkoşîna xwe bidomînin.

LEYLA GUVEN 186 ROJ IN LI BER XWE DIDE

Çalakiya Hevseroka Kongra Civaka Demokratîk KCD”ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêber Ocalan di 8’ê Mijdara 2018’an de li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dest bi greva birçibûnê ya bêdawî û bêdorveger kir.

Leyla Guven 186 rojin li ber xwe didin.

BERXEWDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
GUVEN: PÊKANÎNA AŞÎTIYEK BI RÛMET BILA SOZA ME BI WE NE RE BE

Guven di roja dayîkan de peyam şand û roja dayîkan li hemû dayîkan pîroz kir.

Guven di peyama xwe de wiha got:

Bila tu kes bi gotinên dilşewat ên li dijî tundiya li dayikên Kurd tên kirin, wijdanê xwe rehet neke.

Ew dayik, ji bo çareserkirina pirsgirêkeke ku gelek siyasetmedaran nekarîn çareser bikin canê xwe danîne holê, rêyeke nû nîşanî me hemûyan dane.

Ya ku dikeve ser milê me ew e ku em li ser wê rêyê bimeşin.

Pêkanîna aştiyeke bi rûmet bila soza me ya ji bo wan be.”

Çalakiya çalakgerên ku dan ser şopa Guven jî hem li girtîgeh hem jî li derveyî girtîgehan li dar in.

Çalakiya koma despêkê ya girtiyên li Tirkiyê ku 16’ê Kanûna 2018’an dabû destpêkirin, di roja 148’an de ye.

Ji 1’ê Adarê ve bi hezaran girtiyan li girtîgehên Tirkiyê dest bi greva birçîbûnê kir û çalakiya wan di roja 71’emîn de didome.

BERXWEDANA LI DIJÎ TECRÎDÊ
30 GIRTÎ DI ROJIYA MIRINÊ DE NE

Rojiya mirinê ya 15 girtiyên li girtîgehên Bakirkoy a Stenbolê, Gebze ya Kocaelî, Wan û Amedê di roja 13’an de ye.

Di 10’ê Gulanê de jî komeke din ji 15 girtiyan dest bi rojiya mirinê kirin.

Heta niha 30 girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê di çalkiya rojiya mirinê de ne.

Çalakiya parlamenterên HDP’ê Dêrsim Dag a di 3 Adarê de û Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di 8’ê Adarê de dest pê kiribû, li avahiya HDP’ê ya Amedê dewam dike.

Her wiha girtiyên ku ji girtîgehê hatine berdan, li mala xwe çalakiya xwe didomînin.

Ji we:

Sedat Akin 126,

Gurbet Ektîren 117,

Mahsun Şen 128,

Mûrat Aksin 59, Semra Alkan 126 û

Îhsan Sinmiş 75 roj in di grevê de çalakiya xwe li malê dewam dikin.

Leave a Reply

Back to top button