Zeyneb Olbecî: Binpêkirin û mirinên li zîndanan encama siyaseta dewletê ye

Rûniştina 8’emîn a Doza Kobanê ku 21 jê girtî 108 siyasetmedar têne darizandin di roja çaremîn de li bajarê Enqere yê Tirkiyê dewam kir. Di rûniştina îro de polîtîkayên dewletê yên li dijî girtiyên siyasî hatin şermezar kirin û hat gotin binpêkirin û mirinên li girtîgehan encama siyaseta dewletê ye. Siyasetmedaran bal kişandin li ser bûyerên 7-8’ê Cotmeha 2014’an û dan zanîn herî zêde hêzên dewletê yên veşartî di nava wan bûyeran de cih girtin.

Rûniştina 8’emîn a Doza Kobanê di roja çaremîn de li avahiya Girtîgeha Sîncanê ya Enqereyê dewam kir.

Hevserokên Giştî yên HDP’ê ên berê û endamên Desteya Rêveberiya Navendî a HDP’ê yên berê jî di nav de 21 jê girtî 108 siyasetmedar ji vê dozê tên darizandin.

Parêzer, malbatên girtiyên tên darizandin û parlamenter û rêveberên HDP’ê dozê dişopînin.

Siyasetmedarên ku girtî tên darizandin û li Girtîgeha Sîncanê tên ragirtin siyasetmedarên din ên girtî jî ji girtîgehê lê bûn bi rêya pergala dîmen û deng beşdarî rûniştinê bûn.

Rûniştinê îro jî bi tespîta nasnameyan dest pê kir.

Endama Desteya Rêveberiya Navendî a HDP’ê ya berê Zeynep Olbecî mafê axaftinê girt û bi kurdî axivî.

Zeynep di serî de diyar kir ew ji bo parastinê amadekariya xwe dike lê ji ber hemû dosyayên derbarê dozê de jê re nayên dayîn nikare parastina xwe bike

Zeyneb anî ziman ku mafê xwe yê bêdengiyê bi kar neaniye û got, “Dema ku min parêznameya xwe amade kir ez ê parastina xwe bikim.”

Zeynep Olbecî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna binpêkirinên maf û mirina li girtîgehan jî.

Zeynep polîtîkayên dewletê yên li dijî girtiyên siyasî şermezar kir û destnîşan kir ku binpêkirin û mirinên li girtîgehan encama siyaseta sîstematîk a dewletê ye

Zeynep bang li saziyên mafên mirovan kir û xwest werin rewşa girtîgehan bişopînin.

Piştî axaftina Zeynep Olbecî, parêzer Alî Bozan axivî û diyar kir ku daxwaznameyên îtîraza navberê ji dadgehêr e şandine di girtekê de cih nagire û ew dixwazin ev daxwazname cih bigirin.

Serokê dadgehê li ser berteka parêzeran biryara navberê ava kir.

Parêzerên dozê derbarê biryara navberê bertek nîşan dan xwestin mafê axaftinê werbigirin.

Li ser vê yekê jî Serokê dadgehê mikrofona parêzeran girt û axaftina parêzeran qutkir.

Ayla Akat Ata: Hêzên veşartî yên dewletê di buyerên 6-8’ê Cotmehê de cih girtin

Rûniştina dozê bi girtina mafê axaftinê ya siyasetmedara kurd û aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Ayla Akat Ata dewam kir.

Ayla Akat bûyerên pêvojaya 7-8’ê Cotmeha 2014’an yên li bakurê Kurdistanê ku niha ji ber wan têne darizandin bi bîr xist û eşkere kir ku herî zêde hêzên dewletê yên veşartî di nava wan bûyeran de cih girtin.

Ayla Akat Ata xwest ku daxwaza mudaxiliya Miduriyeta Giştî ya Polîsan, MÎT û Wezareta Navxweyî ya dozê were redkirin û got: “Van saziyan dikaribû êrişan asteng bikin û bisekinin.”

Back to top button