Endama Rêxistina Sara Reca Îsa destnîşan kir ku Rêxistina Sara ji bo jin bi azad û ewle bibe têdikoşe. Her wiha da zanîn ku di sala 2021’ê de karekî serkeftî ji bo jinan hatiye meşandin û dê şaxên Rêxistina Sara berfereh bibin da ku xwe bigihinin hemû jinan.
Rêxistina Sara ya li dijî tundiya ser jinan , rêxistineke jinan a sivîl û civakî ye ku li dijî tundî û her cure cudakariya li ser jinan têdikoşe.
Sara di 1’ê Tîrmeha 2013’an de li Qamişlo hat damezrandin.
Şaxên wê li Kobanê, Hesekê, Sirîn û Qamişloyê hatine vekirin û hemû pêkhateyan di nava xwe digre.
Rêxistina Sara ji bo bihêzkirina jinan di warê siyasî, aborî û civakî kar dike.
Li dijî tundiya li ser jinan bi rêya pêkanîna semîner, çalakî û bernameyên bihêzkirina jinan û parastina jinên ku hatine çewisandin di dadgehên mafdar de têdikoşe.
Rêxistina Sara li ser esasê çareserkirina pirsgirêkên jinan, rakirina tundiyê, bidestxistina maf, piştgiri û xwedîderketina jinan hat avakirin.
Sala 2021’ê de ji bo danûstandina xwendevan û mamoste, bi dawîbûna tundiyê, zagonên jinan semîner û civîn li darxistin e Û bi rêxistinên jinan re di nava hevsengiyê de kar kirine.
Ji bo rakirina diyardeya xwekuştinê kampanya “Tu hêvî yî” dan destpêkirin.
Rêxistin sedeme sereke yê tundi û kuştinê jî êrişên dagirkeriyê, aborî û newekheviya navbera jin û mêr de dibine.
Her wiha nava sale de Pêngava “Dengê min bi dengê te re, na ji kuştina jinan re” li Qamişlo, Kobanê, Hesekê û Sirînê dan destpêkirin.
civîneke înteraktîf a hevpar bi navê ” Ji ber ku tu azad î” wekî Rêxistina Sara, Tevna Pêşengên Jinan û Komeleya Şawîşka ya Jinan li ser jinên ku tundî û têkçûnên jiyanê li ber xwe dane û bi ser ketine hat lidarxistin.
Sala 2021’ê li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî doz, tundî, kuştin û xwekuştinên jinan ên Rêxistina Sara tomarkirine wiha ye;
39 bûyerên kuştinê,
92 lêdan,
24 gefa kuştinê,
9 destdirêjî û destavêtin,
39 berdan
34 xwekuştin
34 hewldanên xwekuştinê
Rêxistina Sara ji bo jiyanek aram û bi ewle ya jinan têdikoşe û doza kuştiyên jinan şopand û mafên wan bi dest xistin.
Plansaziya Rêxisina Sara ya 2022’an jî wiha ye.
Vekirina buroyan û avakirina şaxan li herêmên Dêrik, Reqa û Eyn Îsayê
Şopandin û çareserkirina dozên ku li ser wan kar tên kirin.
Bi destxistina mafê tevahî jinên rastî bê mafiyê tên.
Lidarxistina semîneran û kampanyayên tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan.