ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ LI STRASBOURG Û GELLERÊ DI ROJA 147’AN DE YE

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Ocalan li bajarê Strasboûrg ê Fransa û Galer a Bêrîtanya çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger di roja 147’an de ye.

14 çalakgerên li Strasbourg a Fransa û Îmam Şîş yê li Galer a Bêrîtanya careke din teqez kirin ku ewê berxwedaniya xwe heta pêkanîna daxwazên wa bidomînin.

Çalakgeran gotin, her çiqasî piştî 8 salan hevdîtina parêzera a bi Rêber Ocalan re pêk hatiye jî lê ev nayê wateya şikestina tecrîdê.

Bi derbasbûna rojê re rewşa çalakgeran her ku diçe girantir dibe.

Niha rendirustiya çalakgeran di asteke krîtîk de ye.

Herî dawîn Dr. Fahrettîn Gulşen çalakgerên li Strasbuorgê kontirol kiribû, diyar kiribu ku tenduristiya çalakgeran xerab bûye.

Bi armanca piştgiriyê jî, îro gelek kesan serdana çalakgeran kir.

Rêveberê HDK-Ewropayê siyasetmedar Demîr Çelîk û hunermend Zarîfe Zerîn jî di nava komên serdanê yên îro de bûn.

Leave a Reply

Back to top button