Meclisa Leşkerî ya Suryan Cejna Noel pîroz kir

Meclisa Leşkerî ya Suryan bi boneya Cejna Neolê peyamek weşand û diyar kir ku ew ala parastina herêmê bilind bihêlin.

Meclisa Leşkerî ya Suryanî bi boneya Cejna Noel peyameke weşand.

Peyam wiha ye:

“Em vê boneyê cejna Noel li gelê xwe yê Suryan, Asur, Kiland û Ermen ên li tevahî cîhanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet pîroz dikin. Em teqez dikin ku em di hildana ala parastin bilind de berdewam in. Her wiha em diyar dikin ku em ê şopdarên rêya şehîdên xwe yên leheng bin. Nemaze ku em di van rojên pîroz de rewşekê derbas dibin ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê hewl didin ewlehî û istiqrara vî welatî têk bibin. Tevî hemû astengiyan em di xeta parastin û berxwedanê de berdewam in.

Careke din em vê boneyê li gelê xwe û malbatên şehîdan, bi taybet hevalên çekê yên li eniyên şer pîroz dikin.”

Back to top button