Berdevkê êla Şerabîn: Em ê axa xwe ji dijmin re nehêlin

Berdevkê êla Şerabîn a li Sûriyê û Iraqê Mihemed Arif Hemdûn anî ziman ku ew ê axa xwe ji êrişên dewleta Tirk biparêzin.

Mihemed Arif Hemdûn diyar kir ku dewleta Tirk li herêmê sivîlan dike armanc û bi vê yekê sûcên şer pêk tîne..

Mihemed Arif Hemdûn piştrast kir ku ew ê li hember van êrişan bisekinin û xaka xwe ji êrişan biparêzin û got:

Em hemû leşker in û em ê axa xwe ji kesî re nehêlin û biparêzin.

Rûsya û Koalîsyona Navneteweyî li hember van êrişan bêdeng in.

Em vê bêdengiya wan rexne dikin.

Divê her du jî li hember êrişan helwestekê nîşan bidin û êrişan rawestînin..

Di dawiyê de Berdevkê êla Şerabîn bang li gel kir ku li hember êrişan hevgirtî bin û xaka xwe ji dijmin re nehêlin.

 

Back to top button