Rewşa girtiyê nexweş girantir dibe

Girtiyên li Tirkiyê nexasim ê nexweş ji ber zext û bipêkirinan, bi mirinê re rû bi rû ne. Her roj li girtîgehan girtiyek jiyana xwe ji dest dide.. Ji girtiyên nexweş, Gurgîn Oktar heye. Xwişka Gurgîn dibêje ku rewşa birayê wê her ku diçe xirabtir dibe û banga berdana wî kir. 

Dewleta Tirk girtiyên di girtîgehan de bi mirinê re rû bi rû hiştine.

Girtiyên nexweş ne derman dike û ne jî wan berdide..

Li wan girtîgehan hemû cureyên êşkenceyê li dijî girtiyan tên bikaranîn.

Ji wan girtiyên nexweş jî ku rewşa wî her ku diçe girantir dibe, girtî Gurgîn Oktar e.

Gurgîn Oktar ji Gimgima Mûşê ye û li Girtîgeha Maltepe ya Stenbolê girtî ye.

Xwişka Oktar, Xatûn Bîngol li ser rewşa biryarê xwe van tiştan dibêje:

”Birayê min bi vîrûsa Coronayê ketiye, ji ber kuxika zêde xwînê jî davêje..

Vîrûsê bandor li kezeba wî jî kiriye..

Berî niha çend caran me kezeba wî emeliyat kiriye..”

Xatûn Bîngol diyar kir ku birayê wê bi telefonê bi wan re axiviyê û gotiye:

”Min û girtiyên din ên nexweş tedawî nakin.

Ji bo ku me nebin nexweşxaneyan her lîstikê dikin.

Dema me dibin jî xweşik me tedawî nakin..

Hema li ser piyan li me dinerin û dişînin..”

Di dawiyê de Xatûn Bîngol anî ziman ku rewşa biryarê wê her ku diçe xirabtir dibe û banga berdana wî kir.

Di demên dawiyê de ji ber zext û êşkenceya li ser girtiyan gelekan ji wan jiyana xwe ji dest dane..

Her dawî anku 19’ê Kanûnê girtiyê bi navê Vedat Erkmen jî bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.

Back to top button