Fransa: Mosko li rojavayê Afrîkayê destekê dide komên çete

Koma leşkerî ya binavê “Wagner” ku girêdayî Rûsyayê ye li welatê Afrîkayê Malî bicih bû. Ev yek bû sedema nerazîbûna Fransayê. Rêveberiya Parîsê Mosko bi wê yekê tawanbar kir ku destekê dide komên çete. Rûsyayê îdîa kir ku belavbêna “Wagner” li Malî karekî rewa ye.

Sala 2013’an piştî êrişa komên tûndrew, Frans hêzên xwe li Malî bicih kirin.

Beriya demeke hukûmeta Parîsê ragihand ku erka wan li welat bidawî bûne û hêzên xwe ji Malî vekişandin.

Piştî vê biryarê bidemeke kurt, koma leşkerî ya binavê “Wagner” ku girêdayî Rûsyayê li Malî bicih bû.

Li dijî vê tevgerê Fransa nerazîbûn nîşan da.

Wezareta Karê Derve ragihand ku Mosko destek daye çekdarên “Wagnerê” û ew şandina Malî.

Parîsê bang li Rûsyayê kir da ku dawî vê tevgera xwe bîne.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Rûs Sergey Lavrov jî îdîa kir ku koma “Wagner” li ser daxwaza hukûmeta demkî çûye Malî û wiha got:

Madem vexwendineke fermî heye, wê demê çûyîna koma “Wagner” mafekî rewa ye.

Back to top button