Çekdarên Hûsî bi moşekan êrişî Başûrê Siûdiyê kirin û di encamê de 2 kes hatin kuştin. Koalîsyona Erebî jî bi balafiran li Yemenê da. Li gorî agahiyên pêşî di êrişê de 3 kes hatin kuştin.
Şevê din çekdarên Hûsî bi moşekan êrişî herêma Cazan a Sidûdiyê kirin.
Li gorî daxuyaniya Parastina Sivîl, di êrişê de 2 kes hatin kuştin û 7 jî birîndar bûn.
Piştî demeke dirêj, cara pêşî ye ku ji ber êrişa Hûsiyan, mirov li Erebîstana Siûdî têbne kuştina.
Ajansa Farans-Press ragihand ku derengiya şevê di bin navê mafê bersivdayînê de, balafirên Koalîsyona Erebî Bakur-rojavayê paytexta Yemenî Sena bombardiman kirin.
Ajansê agahiyên xwe spart çavkaniyên tendirûstiyê û got, di êrişê de herî kêm 3 sivîl hatine kuştin..
Di nava kuştiyan de jin û zarokek hene.
Her wiha 6 kes jî birîndar bûne.
Ji sala 2014’an ve li Yemenê di navbera hêzên hukûmetê û çekdarên Hûsî de şerê navxweyî dewam dike.
Ji ber şer bi sed hezaran kes hatin kuştin û rê li ber karesateke mezin a mirovî hate vekirin.