Nerazîbûna xelkê Başûrê Kurdistanê ya dijî nebûna xizmetguzariyê dewam dike. Li Behdînanê welatî daketin kolanan.
Welatiyên bajaroka Şêxan ya ser bi Dihokê, ji ber nebûna xizmetguzariyê daketin kolanan û rêya sereke ya Şêxan û Elquş ya ser bi Dihokê li trafîkê girtin.
Duh bi şev li ser rêya sereke ya Şêxan ya ser bi Dihokê, qezayek trafîkê çêbû û 5 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Xelkê herêmê sedema qezaya trafîkê bi xirabbûna rê ve girêdidin.
Îro welatiyan cenazeyê her 5 kesên ji heman malbatê spartin axê, piştî wê xelkê navçeya Şêxan ya ser bi Dihokê, dijî nebûna xizmetguzariyê daketin kolanan.
Welatiyan rêya sereke ya navbera Şêxan û Elquş li trafîkê girtin.
Welatî ji hikumetê dixwazin xizmetek baş ji bo wan bike, rêyên wan werin çêkirin.