Li Siwêdayê li dijî navenda polîsan ya hikûmeta Şamê êriş pêk hat

Li Siwêdayê li dijî navenda polîsan ya Hêzên hikûmeta Şamê êriş hat kirin. Ji destpêka 2021’ê de, 300 malbatên Efganî ên çekdarên komên alîgirên Îranê desbasî Sûrî bûn.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand, kesên nenas şevê din avahiya rêveberiya polîsên li bajarê Siwêdayê bombebaran kir.

Ji aliyekî din ve jî, hêzên hikumeta Şamê li bajêr, bendên xwe yên kontrolê xurt kirine.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku di 21’ê ve mehê, çekdarên herêmî êrişê vê navendê kirin û di encamê de endamekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.

300 Malbatê Efganî ên çekdarên komên alîgirên Îranê derbasî Sûrî bûn

Her wiha çavdêriyê da zanîn ku di destpêka 2021’ê de 300 malbatên Efganî ên çekdarên komên alîgirên Îranê derbasî sûrî bûne.

Çavdêriyê diyar kir ku ev malbat ji Îranê çûn Iraqê û di dergehên di navbera Iraq û Dêrazorê ên di bin kontirola Îranê de ye derbas bûn.

Hat diyar kirin ev malbat li gundewarên Humis û Şamê bi cih bûne.

Back to top button