LI GEBZA ÇALAKÎ Û ASTENGIYA POLÎSAN DIDOME

Çalakiya greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi îradeyek xort li dar e, li rex wê jî çalakiya nobedê ya ku dayîkên girtiyan pê re dibin jî bi heman îradeyê li dar e.

Navnîşana yekemîn a çalakiyan li ber Girtîgeha Gebzeya ya Kocealiyê ye.

Ev çalakî di roja xwe a 34’an de ye.

Ji roja despêkê ya çalakiyê heta roja îro rojane polîsên hikumeta faşîst a AKP’ê êrîşî dayîkan dike.

Ji bo ku dayîk li dijî astengiya polîsan derkevin çûn avahiya HDP’ê ya Kocaeliyê û daxuyanî dan.

DAYÎKÊN GIRTIYAN BI QÛRNEFÎLAN MEŞIYAN

Ev der jî Girtîgeha Jinan a Bakirkoy a Stenbolê ye.

Dayikan bi boneya Roja Dayikan ji bo zarokên xwe qûrnefîl kirin destên xwe û meşiyan.

Lê Polîsan li vir jî careke din ketin nava hewlidana astengkirina çalakiyê.

Dayîkan ji polîsan re diyar kir ku ew ê tenê qûrnefîlên di destên xwe de danîn ber girtîgehê.

KENGÎ TECRÎD RABÛ EM Ê HERIN MALA XWE

Dayikên girtiyan bi boneya Roja Dayikan li gelek bajar û navçeyan daketin qadan û xwestin bila tecrîda li ser Ocalan were rakirin.

ŞIRNEX

Li navçeya Hezexê ya Şirnexê dayikên girtiyan daketin qadan.

MÊRDÎN

Ev der jî bajarê Qosera Mêrdînê e, bi heman armancê dayîk daketin qadan û berxewdana zarokên xwe silav kirin.

ÎZMÎR

Li Îzmîrê jî jin bi pêşengiya Meclîsa Dayikên Aştiyê hatin ba hev û derbarê Roja Dayikan daxuyanî dan.

RIHA

Bi heman aramancê li Rihê jî dayîk li qadan bûn.

Leave a Reply

Back to top button