Li Serêkaniyê ya dagirkerî şênî nikarin nanê xwe jî peyda bikin û derketin xwepêşandanê

Li Serêkaniyê ya dagirkerî milet li dijî nebûna hemû tiştê ku pê debar bibe, derket xwepêşandanê. Di xwepêşandanê de, pankertên “Gel bêdeng dimre” hatin rakirin.

Ji destpêka dagirkirina Serêkaniyê ve di 2019’an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sûcên herî hovane li dijî niştecihên herêmê pêk tînin..

Mal û milkên sivîlan hatin talankirin û li yên mayî jî bac tê ferzkirin..

Îro, li gundê Sefih ê başûr-rojhilatê bajarê Serêkaniyê bi dehan şêniyên vê herêmê kom bûn û li hember nebûna pêdiviyên jiyanê û debarê, bertek nîşan dan..

Şênî dibêjin, ard tune em bikin nan, êm tune em pezê xwe têr bikin, kehrebe tune û sotemenî peyda nabe ku pê çandiniyê bikin..

Di dîmen de pankartên “Gel bêdeng dimre, zarokên me ji birçîna re dimrin” dixuyên

Back to top button