Mihemed Şahîn: Koalisyona Navneteweyî û Rûsya berpirsên êrişên Tirkiyê ne

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê Mihemed Şahîn got, Koalîsyona Navneteweyî ya têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û dewleta Rûsya ya Federal berpirsên êrişên domdar ên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Derbarê bombebarana duh li ser kobanê Mihemed Şahîn ji ajansa ANHA’yê re axivî.

Şahîn diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ên bi balafirên bêmirov û yên şer, û êrişên wê yên bejahî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê ranewestiyane.

Şahîn da zanîn ku Li herêmên sînor ên bi Tirkiyê tu tevgerên leşkerî nîn in û got:

“QSD’ê ji du salan ve li gorî lihevkirinên agirbestê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine îmzekirin tev digere.

Lê Tirkiyê agirbestê binpêdike û êrişên xwe li dijî sivîlan didomîne.”

Mihemed Şahîn destnîşan kir ku ew di Rêveberiya Xweser a Herêma Firatê de, hêzên garantor di serî de Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya ya Federal berpirsên êrişên hovane yên dewleta Tirk dibînin.

Back to top button