Bi nêzbûna sersalê û pêkanîna pîrozbahiyan re, li gelek deveran êriş û planên kuştinê çêdibin. Duh hem êriş li Brezîlya, hem jî li Kongoyê çêbûn. Her êrişekê ji wan 5 kes kirin qurban û bi dehan birîndar kirin.
Duh şemiyê ji bo sersalê li lîstgehek futbolê ya bajarê Fortaleza yê Brezîlyayê, şahiyek pêk hat.
Li gorî dezgehên ragihandina Brezîlyayê, çekdarine nenas êrişî şahiyê kir û gule li beşdaran reşandin.
5 kes di vê êrişê de, hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.
Hat ragihandin êrişkaran piştî êrişê, ji cihê bûyerê reviyan.
Li gorî heman dezgehan, 3 kesên gumanbar hatin girtin.
Li welatê Kongoyê li xwaringehekê 5 kes hatin kuştin
Li welatê Kongoyê jî heman rojê, êrişek pêk hat.
Ajansa Reuters’ê li ser zimanê hin rayedarên Kongoyê ragihand ” Xwekujekî di xwaringehkeke li bajarê Beni yê rojhilatî welêt xwe teqand.”
Hat ragihandin di encama êriş li wir jî, 5 kes hatin kuştin.
Ji bilî wan, di nav de berpirsine herêmî 14 kes jî birîndar bûn.