6 hezar û 300 gerên hewayî ji ber vîrûsa Corona “Omicron” hatin betalkirin

Her sal weke vê demê rêwîtî û geştiyariya di navbera welatan de ji ber sersal û pîrozbahiyên wê, pir zêde ye. Îsal ji ber belavbûna zêde ya cureyê vîrûsa Corona “Omicron”, gelek geştên rêwîyan hatin betalkirin. 6 hezar û 300 geştên hewayî, li seanserî cîhanê, ii ber Omicron hatin rawestandin.

Belavbûna zêde ya vîrûsa Omircron, hişt ku gelek kampanayên firînê geştên hewayê betal bikin.

Sedem jî derbasbûna pîlot û tîmên balafitan di karantînayê de ye.

Ji ber vê, li seranserî cîhanê bêhtirî 6 hezar geştên hewayê hatin betalkiirin.

Û gelek jî hatin bipaşxistin.

Ev jî li gorî ku malpera kampanyaya Flightaware ragihandiye.

Ji xwe van çaxan, taybet di dema betlaneyên sersalê de, herî zêde rêwîtî û geştiyarî li cîhanê çêdibe.

Back to top button