Dîsa bajarê Kobanê rastî êrişên dewleta Tirk hat. Vê carê jî bi dronan êriş kir û 3 sivîl şehîd û 6 jî birîndar kirin.
Duh derdora se’et 16’ê nîvro dewleta Tirk bi dronan êrişî Kobanê kir.
Êriş li ser maleke taxa şehîd Peyman pêk hat.
Di vê êrişê de 3 sivîl şehîd bûn û 6 jî birîndar bûn.
Kesên birîndar rakirin nexweşxanê û niha tên dermankirin.
Berî niha gelek caran bi dronan dewleta Tirk êrişî Kobanê kiriye.
20 û 23’ê Cotmehê de jî bi bi dronan êriş kir û di encamê de şehîd û birîndar hebûn.
Deverên din jî ji êrişên wê bêpar neman.
Êrişa herî dawî ya bi dronan berî du mehan li Qamişlo bû.
Di encama wê de jî 3 kes ji malbata Gulo şehîd ketin.