HPG: LI BESTA LEŞKEREK HAT KUŞTIN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîla daxuyaniyek da.
HPG’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku li Besta ya Şirnexê leşkerek hat kuştin.
Gerîla TV jî dîmenê çalakiya li Bêzokê ya Şemzînanê ku di encamê de 7 leşker hatibûn kuştin weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî çalakiyên gerîlayên HPG-YJA Starê yên li dijî dagirkeriya Tirk li ser xaka Kurdistanê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

Di çarçoveya Pêngava Tolhildanê ya Şehîd Medya Mawa û Şehîd Rizgar Gever, li Şernexê çalakî pêk hat.

10’ê Gulanê li Deriyê Eyşedînkê ya li qada Şehrîban çalakiyek suîkastê hat lidarxistin.

Di çalakiyê de leşkerek
hat kuştin.

Navenda Ragihandin û çapemenî ya HPG’ê li ser êrîşên hewayî jî ev agahî parvekirin:

30’ê Nîsanê artêşa Tirk a dagirker li qada Kelanisê ya Sêrtê operasyonek dagirkeriyê da destpê kirin.

1’ê Gulanê balafirên şer ên artêşa dagirker qada operasyonê bombe kirin.

Di encama vê bombebaranê de 3 gerîla şehîd bûn.

GERÎLA TV DÎMENÊ ÇALAKIYA LI BÊZOKÊ WEŞAND

https://rojnews.news/ku/kurdistan/ji-gerila-tv-dimene-calakiya-li-bezoke-31187

Li aliyê din gerîla Tv dîmenê çalakiya li Bêzodê ya herêma Şemzînanê weşand.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê ev agahî dabûn.

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de 4 Gulanê li navçeya Şemzînanê çalakiyek pêk hat.

Hêzên gerîla li dijî baregeheke artêşa dagirker li ber Qereqola Bêzokê li çalakiyek pêk anîn.

Di çalakiyê de 3 çeperên dijmin hatin rûxandin û ketin destê gerîlayan.

Di encamê de 7 leşker hatin kuştin û 7 ji birîndar bûbûn.

Leave a Reply

Back to top button