Cîgerê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer dibêje “PDK’ê her tim deriyê Sêmalkayê weke amûr bi kar aniye.” Hese Koçer tekez kir wê bi vê yekê nekarin vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bişikînin û ew ê pêwîstiyên xwe bi her awayî peyda bikin.”
Çend roj in deriyê Sêmalka ji aiyê PDK’ê ve girtî ye.
Vê jî hêrsa gelê kurd zêde kiriye.
Cîgerê Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Hesen Koçer jî nerazîbûn nîşanî PDK’ê û vê nêzîkatiya wê da.
Hesen Koçer diyar kir ku PDK derî wek amurekî bi kar tîne û dixwaze vîna vî gelî bişikîne.
Hesen Koçer: Divê PDK cenazeyên gerîlayan radestî malbatên wan bike
Hesen Koçer bang li PDK’ê kir ku cenazeyên gerîlayên ku bi destê wê şehîd ketine, radestî malbatên wan bike.
Hesen Koçer: Planek heye dixwazin şoreşa Rojava têk bibin
Dawiyê nirxandina xwe Hesen Koçer diyar kir ku ti eleqeya çalakiya ciwanan, bi girtina deriyê sêmalka nîne û eşkere kir plan heye ku şoreşa rojava têk bibin.