Li dijî vê êrişê, TEV-DEM û Meclisa Rêveber a Herêma Firatê daxuyanî dan. Di daxuyaniyên wan de, bang li gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hat kirin ku li hember dewleta Tirk hevgirtin û têkoşînê geş bikin. Her wiha ji ber bêdengiya wê, civaka navneteweyî hevkarê van sûcan hat dîtin.
Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser êrişa hewayî ya dewleta Tirk a li ser Kobanê; daxuyaniyeke nivîskî weşand.
TEV-DEM, bal kişand ser sûcên domdar ên dewleta Tirk û anî ziman
“Kengî bixwaze, bêyî cûdabûn cihên sivîlan an erebeyên wan bomebebaran dike.”
TEV-DEM’ê diyar kir ku ev êriş nîşaneya bêçarebûna dewleta Tirk e ku di aloziyan de xetimî ye û ev got:
“Ev êrişên terorî yên tirsonek ên dewleta Tirk encamên aloziya wê ya aborî û civakî ye.
Şerê tolhildanê ji vîna gelên berxwedêr xistiye dorê da temanê terorê û tundrawiyê dirêj bike.
Di vê yekê de jî sûdê ji bêdengiya civaka navneteweyî digire.”
TEV-DEM bêdengiya navneteweyî, di serî de ya Rûsya û koalîsyona navneteweyî ya li hemberî van sûcan şeremzar kir û ew jî weke hevkarên van êrişan pênase kir.
Her wiha bang li tevahî pêkhateyên herêmê kir ku hevgirtî bin û li hemberî dewleta Tirk a faşîst têkoşînê xurt bikin.”
Rêveberiya Herêma Firatê: Rûsiya û koalisyon berpirsê êrişê ne
Meclisa Rêveber a Rêvebriya Xweser a Herêma Firatê jî li dijî heman sûcî daxuyaniyek da.
Meclisa Herêma Firatê jî bal kişand li ser bêdengiya dewletên garantor Rûsya û Amerîka û ev got:
“Koalîsyona navneteweyî û Rûsya berpirsên êrişên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.”