KCK: Berpirsyar û sûcdarê herî mezin yê komkujiya Roboskî Erdogan e

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi boneya salvegera 10. a Komkujiya Roboskî ku di encamê de 33 ciwan hatin qetilkirin daxuyaniyek weşand. KCK’ê ciwanên Roboskî bi bîr anîn û diyar kir heta ku sûcdar bêne darizandin divê ev têkoşîn bênavber dewam bike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera Komkujiya Roboskî a 28’ê Kanûna 2011’an ku di encamê de 33 ciwan hatin qetilkirin daxuyaniyek da û şehîdên komkujiyê bibîranîn.

KCK’ê balkişande li ser ku 10 sal in berpirsyarên komkujiyê nayên cezakirin û wiha got,

“Ev yek nîşaneya berçav a nêzîkatiya li gelê Kurd e. Li gorî feraseta dewleta Tirk Kurd dikarin bêne kuştin, li her derê zilm dikare li Kurdan bê kirin, destdirêjî li jinên Kurd dikare bê kirin, bi her awayî kiryarên li dijî mirovahiyê li Kurdan dikare bê kirin.

Têkildarî sûcên li dijî Kurdan polîtîkaya bêcezahiştinê tê meşandin. Dixwazin ku bi vî rengî Kurdan bitepisînin û ji têkoşîna azadiyê vegerînin. Dixwazin bi van kiryaran gelê Kurd serî li ber Tirkbûnê bitewîne.”

KCK’ê destnîşan kir ferman yekser ji aliyê Serokwezîrê wê demê Tayyîp Erdogan ve hatiye dayin û lewre jî sûcdarê herî mezin ew e û wiha dewam kir,

“Hewl tê dayin ku qetilkirina 33 zarok û ciwanan weke ziyaneke şer bê nîşandan û jibîrkirin. Bi vî rengî Recep Tayyîp Erdogan bi destên xwe yên bi xwîn bi serbestî digere.”

KCK’ê da zanîn dewleta Tirk dewleteke dijminê Kurdan e ku yên komkujiyan dikin mehkeme nake û got,

“Yên ku li Dersimê, li Zîlanê qirkirin, komkujî kirin û yên ku fermana van komkujiyan dan nehatin cezakirin.

Roboskî jî mîna komkujiyên Dersim û Zîlanê komkujiyeke ku rastiya dewleta Tirk bi rengekî şênber radixe pêş çavan.

Dîmenê cenazeyên ku li ser pişta hêstiran li pey hev anîn gund wê ti carî ji bîra mirovan neçin; wê nikaribin vê komkujiyê bidin jibîrkirin.”

KCK: Ji bo darizandina sûcdaran divê têkoşîn bê navber bê dewamkirin

KCK’ê diyar kir malbatên şehîdan 10 sal in têkoşîneke bi mînak dimeşînin û divê Kurd û hêzên demokrasiyê piştgiriyê bidin vê têkoşînê û wiha bi dawî kir,

Doza wan doza gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye. Heta ku kujer û berpirsyarên komkujiya Roboskî neyên dairzandin ne Kurdistan dikare azad bibe, ne jî Tirkiye dikare demokratîk bibe.

Di serî de darizandina sûcdarên hemû komkujiyan bi taybetî komkujiya Roboskî, parçeyekî bingehîn ê têkoşîna azadî û demokrasiyê ye. Ji ber vê yekê divê heta sûcdar bên darizandin ev têkoşîn bênavber bê dewamkirin.

Erka xwe çi dibe bila bibe berpirsyarên vê komkujiyê wê teqez bêne cezakirin.”

Back to top button