Cenazeyê 16 koçberan gihiştin başûrê Kurdistanê

Ji ber bê karî û zehmetiya debara jiyanê gelek kes ji Başûrê Kurdistanê koçber dibin, lê rêya gelekan nagihêje serî. Di 24’ê Mijdarê de dema hin koçber dixwestin derbasî Fransayê bibin, keştiya wan noqî avê bibû û 31 kesan jiyana xwe ji dest da bûn Ji wan cenazeyê 16 koçberan gihiştin başûrê Kurdistanê.

Di 24’ê Mijdara 2021’ê de keştiyeke koçberan li deryaya navbera Fransa û Birîtanyayê de noqî avê bû, di keştiyê de 31 koçberan jiyana xwe ji dest dabûn.

Malbatên kesên ku di deryayê de xeniqîn bi rojan li benda cenazeyê zarokên xwe bûn.

16 cenaze ji balafirxaneya navnetewî ya Hewlêrê hatin wergirtin, 8 ji wan li Ranye, 4 li Derbendîxan, 2 li Soran, 1 li Silêmanî û yek jî ji Zaxo ye.

Ji bo wergirtina cenaze danê sibê bi dehan welatî berê xwe dan balafirxaneya navnetewî ya Hewlêrê.

Malbatên Qurbaniyan: Sedema sereke a koçberiyê bê karî ye

Li aliyekî din jî cenazeyê 2 koçbaran li gundê Qadirawa yê ser bi Sengeserê û yê sê kesan jî li goristana Ranyayê spartin axê.

Di merasîma veşartina cenazeyan de Mamê yek ji koçberên jiyana xwe ji destdayî, Ehmed Pişderî axivî û got:

“Sedema sereke ku gelê me û taybet ciwanên me koçber dibin ji ber ne peydabûna derfetên kar e.

Ji ber vê yekê daxwaza me ji hikûmetê ew e li rewşa welatiyan binêre û derfetên kar peyda bike.”

Her wiha cenazeyên 4 kesên ku ji heman malbatê bûn dayîk û sê zarokên wê li navçeya Derbendîxan a ser bi parêzgeha Silêmaniyê hatin veşartin.

Yek ji xizmên wan Elî Heme Emîn axivî û diyar kir ku piraniya kesên berê xwe didin Ewropayê ji ber bê kariyê diçin.

Elî Heme bang li hikûmetê kir ku rewşa jiyanê ji bo ciwanan baştir bike û got:

“Koçberî ne çareserî ye, çareserî li cem hikûmeta Herêmê ye, divê derfetên kar werin afirandin.”

Mamostayê Olî Salar Mihemed jî diyar kir divê hikûmet ji bo ciwanan derfetên kar peydake, da ku ciwan êdî nekevin ser rêya koçberiyê de.

Back to top button