Dayikên Aştiyê: Heya tecrîd hebe dê şer û xizanî jî dewam bike

Çalakî û nerazîbûnên li dijî tecrîda giran ya li ser Rêber Apo dewam dikin. Dayikên Aştiyê yên Bakurê Kurdistanê destnîşan kirin ku heya tecrîda li dijî Rêber Apo hebe dê şer û xizanî jî bidomin û ji bo çalakiyan bang li her kesî kirin.

Tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan her diçe li tevahiya girtîgehan belav dibe.

Li girtîgehan di mehekê de ji ber binpêkirinên mafan 6 girtî jiyana xwe ji dest dan.

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Enqereyê diyar kirin ku sedema binpêkirinan tecrîd e û gotin:

Dewlet dixwaze kurdan bi tecrîdê tune bike.

Em ê ji bo girtiyên xwe li ber girtîgehan çalakiyan li dar bixin.

Em dixwazin êdî cenaze neyên, divê demildest girtiyên nexweş bên berdan.

Dayikên Aştiyê di dawiyê de dan zanîn ku têkoşîna wan têkoşîna tevahî dayikan e.

Back to top button