Meclisa ciwanan a HDP’ê li Amedê kongreya xwe lidarxist

Meclîsa Ciwanan a HDP’ê, Kongreya xwe ya Asayî a 3. bi dirûşma ”Niha Dema Ciwanan e” bi coş û kelecaneke mezin li Amedê lidarxist. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz, rêxistinên ciwanan ên li bakurê Kurdistanê û Tirkîyê û gelek parlementerên HDP’ê û bi hezaran ciwan beşdarî Kongreyê bûn.

Îro, Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Kongreya xwe ya Asayî a 3. bi şîara ”Niha Dema Ciwanan e” bi coş, kelecan û bi beşdarbûna bi hezaran ciwanên ji Bakûrê welar û Tirkîyê, li Amedê lidarxist.

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar, Hevseroka DBP’ê Salîha Aydenîz, Rêxistinên ciwanan ên Tirkîyê û gelek parlementerên HDP’ê beşdarî Kongreyê bûn.

Beşdarên Kongreyê bi dirûşmeyên ”Bijî Serok Apo”, ”Bê Serok Jîyan Nabe” Îmralî silav kirin û bi yek dengî çerxa şoreşê xwendin.

Eywana Kongrê bi pankartên ”Denîz Poyraz rûmeta me ye”, Hikûmet îstîfa û Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin hat xemilandin.

Mîthat Sancar: Em ê bi ser bikevin, ji ber ku em li ber xwe didin

Hevserokê HDP’ê yê Giştî Mîthat Sancar di kongreyê de axivî û got:

”Qet xeman nexwin. Em ê bi ser bikevin ji ber ku em mafdar in. Ji ber ku em li ber xwe didin.

Ew dizanin ku ger ciwan werin teslîm girtin dê civak jî werin çewisandin. Ji ber vê yekê ciwanan dikin armanc. Ji ber ku pêşeng ew in.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişande ser tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan û got:

Mîthat Sancar: Armanca tecrîdê astengkirina Aştîyê ye

”Em ê meşa aştiya mezin bi teqezî bi ser bixin.

Yek ji rêya astengkirin meşa aştiya mezin tecrîda li Imraliyê ye.

Armanca tecrîdê astengkirina aştiyê ye.

Dêrsîm Dag: Ciwan hêvîya rojê ne

Di Kongreyê de Parlementera herî ciwan a HDP’ê Dêrsîm Dag axixî û got:

”Em ê vê coşê di sala 2022’an de bi serkeftinê tacîdar bikin. Wê ciwanên Kurd ji tekoşînê neqerin û wê ev berxwedan wê bi serkeftinê encam bibe.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî axivî û dîyar kir ku ji ber tecrîdê polîtîkayên şer kûr dibin û got: ”Em dibêjin hûn nikarin tucarî Rêberê Gelê Kurd dîl bigrin.”

Salîha Aydenîz: Mifteya çareserîyê li Îmralîyê ye

Salîha Aydenîz destnîşan kir ku ew dizanin felsefe û sekna Rêberê Apo li Rojhilata Navîn û Kurdistanê hevî û baweriyek mezin ava kiriye û wiha axivî:

“Ji ber vê yekê ew ji demokrasî û wekheviyê ditirsin. Ji ber vê yekê polîtîkaya şer pêk tînin. Ji bo Ocalan azad bibe, em ê li her derê têkoşînê mezin bikin.

Ji ber vê yekê ciwan ji çar aliyê Kurdistanê hatine salon tijî kirine. Heta tecrîd bi dawî nebe, dê krîz û kaos xelas nebe.

Heta tecrîd neyê şikandin dê demokrasî, aştî neyê Rojhilata Navîn.”

 

Back to top button